Cuma , 14 Mart 2025
Home ÇALAKÎ Li Swîsreyê qanûna li dijî penaberan hat şermezarkirin
ÇALAKÎ

Li Swîsreyê qanûna li dijî penaberan hat şermezarkirin

Li paytexta Swîsre Bernê li ser banga pêkhateyên siyasî û saziyên penaberan qanûna li dijî penaberan hat şermezarkirin.

Di hilbijartinên par ên Bundestagê de partiyên rastgir serketinên mezin bi dest xistin û piraniya parlamentoyê bi dest xistin. Piştî ku partiyên rastgir SVP (Partiya Gel a Swîsreyê), FPT (Partiya Lîberal) û Partiya Die Mitte ku li Swîsreyê polîtîkayên li dijî penaberiyê dimeşandin, guhertinên cidî hatin destpêkirin. Di rûniştina hefteya borî ya Bundestagê de gelek qanûnên li dijî penaberan hatin qebûlkirin.

Piştî ku qanûn li meclîsê hat qebûlkirin gelek partiyên siyasî û rêxistinên penaberan ji bo şermezarkirina qanûnê çalakî li dar xistin. Piştî ku qanûn hat derxistin Partiya Sosyalîst yekser kampanya îmzeyan da destpêkirin û tenê di nava 24 saetan de derdora 120 hezar îmze hatin komkirin. Ji ber vê berteka lezgîn, pêkanîna pêşnûmeya SVP’ê niha hatiye rawestandin.

Li ser banga saziyên siyasî û saziyên penaberan li paytexta Swîsre Bernê meşek hat olidarxistin. Tevî barana zêde jî bi hezaran kes ji bo şermezarkirina qanûnê meşiyan. Gelek rêxistinên siyasî û penaberan li meydana Schûtzenmatte ya bajarê Bernê yê Swîsreyê li hev civiyan û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî qanûnên li dijî penaberan dan.

Piştî axaftinan bi hezaran kes li pişt pankarta “Zwischen uns keine Grenzen” (Di navbera me de sînor nîne) dest bi meşê kirin. Bi hezaran kesên ku bi dirûşmeyan meşiyan li Bundesplatzê ya ku avahiya Meclîsa Federal lê ye, meşa xwe bi dawî kirin. Saziyên koçberan li vir belavok belav kirin.

Çalakî bi axaftin û awazan heta danê êvarê li qada li ber avahiya Meclîsa Federal berdewam kir.

JI BO ABDULLAH OCALAN STAND HAT VEKIRIN

Endamên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) jî tevlî çalakiyê bûn. Li qada Bundesplatzê ku meş bi dawî bû, endamên Meclîsa Jinê ya Berjîn Zenda, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand vekirin. Di standê de der barê tecrîdê de agahî hatin dayîn û gelek belavok hatin belavkirin.


Parlamenterê kantona St.Gallenê yê Partiya Die Mitte Nîcolo Paganî ​​ji bo penaberên Ukraynayê di mijara statuya S de tedbîrên tundtir were girtin pêşnûme pêşkeş kir. Pêşnûme li hemberî 67 dengan, bi 131 dengan hat qebûlkirin.

Leave a comment

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Related Articles

ÇALAKÎ

Remzî Kartal: Em ê bi rêxistinbûneke zêdetir yekîtiya neteweyî pêk bînin

Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal di hevdîtinê gel a li bajarê Genchenê de...

ÇALAKÎ

Çalakvanên Cenevreyê banga tevlîbûna meşa Strasbourgê kirin

Di çalakiya li pêşiya NY’yê de ji fedayiyên Hûn Nikarin Roja Me...

ÇALAKÎ

Li Zurîhê ji bo Şehîd Hebûn Pîro sersaxî û bîranîn hat lidarxistin

Hebûn Pîro yê ku beriya hefteyekê di encama êrîşên dewleta Tirk de...

ÇALAKÎ

Jîna Emînî li Zurîhê hate bîranîn: Hûn ê nekarin jinên Kurd bêdeng bikin

Di çalakiya li Zurîhê hatî lidarxistin de hate destnîşankirin ku wê rejîmên...