Cuma , 14 Mart 2025
Home ÇALAKÎ Çalakvanên Cenevreyê banga tevlîbûna meşa Strasbourgê kirin
ÇALAKÎ

Çalakvanên Cenevreyê banga tevlîbûna meşa Strasbourgê kirin

Di çalakiya li pêşiya NY’yê de ji fedayiyên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin Viyan Soran hat bibîranîn û banga tevlîbûna meşa ku wê 15’ê Sibatê li Strasbourgê bê lidarxistin hat kirin.

Çalakiya ku Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê dabûn destpêkirin, didome. Di çalakiya vê heftiyê de Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) ku di 1’ê Sibata 2006’an de li dijî Komploya Navneteweyî bedena xwe da ber agir, hate bibîranîn.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didome, di şexsê Viyan Soran de ji bo bîranîna Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Endamê Komîteya Çalakiyê ya Cenevreyê Veysel Kuşkanadi axivî. Kuşkanadi qetilkirina Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîlawer Erebo û Endama Koordînasyona Kongra Starê Hîva Erebo ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir.

Kuşkanadi diyar kir ku gelê Kurd bi salan in bi awayekî sîstematîk rûbirûyê pêkanînên herî hov û qirker tê û anî ziman ku gelê Kurd û Rêber Apo ji bo Kurdistanê 50 sal in têkoşîneke bêhempa dimeşînin.

Kuşkanadi bilêv kir ku dewletên dagirker wekî her demê hewl dide destkeftiyên gelên bindest tune bike û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin şert û mercên tecrîda mutleq de ji bo li Rojhilata Navîn çareseriyeke mayinde û aştiyane bibîne, têdikoşe.”

Kuşkanadi diyar kir ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji demek dîrokî derbas dibin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Em wekî Kurdistaniyan her erk û berpirsyariya ku ji bo fikrên Rêber Apo yên ji bo aştiyeke mayinde derxistiye holê jiyanî bibe divê were kirin, bi cih bînin.”

Çalakî heta saet 17:00’an dewam kir û bi banga tevlîbûnê ya ji bo meşa ku di salvegera Komploya Navneteweyî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, bi dawî bû.

Leave a comment

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Related Articles

ÇALAKÎ

Remzî Kartal: Em ê bi rêxistinbûneke zêdetir yekîtiya neteweyî pêk bînin

Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal di hevdîtinê gel a li bajarê Genchenê de...

ÇALAKÎ

Li Swîsreyê qanûna li dijî penaberan hat şermezarkirin

Li paytexta Swîsre Bernê li ser banga pêkhateyên siyasî û saziyên penaberan...

ÇALAKÎ

Li Zurîhê ji bo Şehîd Hebûn Pîro sersaxî û bîranîn hat lidarxistin

Hebûn Pîro yê ku beriya hefteyekê di encama êrîşên dewleta Tirk de...

ÇALAKÎ

Jîna Emînî li Zurîhê hate bîranîn: Hûn ê nekarin jinên Kurd bêdeng bikin

Di çalakiya li Zurîhê hatî lidarxistin de hate destnîşankirin ku wê rejîmên...